Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şerê ku bi êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dest pê kiriye zêdetirî 11 meh in dewam dike.
Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, di encama bombebarana Rûsyayê ya li ser bajarê Hersonê de ku li başûrê Ukraynayê ye herî kêm 3 kes mirine û 5 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya rêveberiya leşkerî ya herêma Hersonê de hatiye gotin ku Rûsyayê bi êrişan nexweşxane, dibistan, rawestgeha otobusê, postexane, bank û wargeh kirine hedef.
Apartmanek li Harkivê, ku duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê ye, jî bûye armanca êrîşa mûşekî ya Rûsyayê. Waliyê Harkivê Oleh Synehubov diyar kiriye ku di êrîşê de kesek miriye û gelek kes jî birîndar bûye.
Rûsya: 14 kes mirine, 24 kes birîndar bûne
Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihandiye ku di êrîşên Ukraynayê yên bi çekên Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê de mirî û birîndar hene.
Wezaretê duh (29ê Kanûnê) ragihandiye ku di êrîşa artêşa Ukraynayê ya ser Luhanskê de, ku bi îstixbarata welatên NATOyê pêk hatiye û bi bikaranîna çekên Amerîkayê , 14 kes hatine kuştin û 24 kes jî birîndar bûne.
(SD/AY)