Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Servîsa Rewşa Lezgîn a Dewletê ya Ukraynayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku hêzên Rûsyayê di 26ê Kanûna Paşiyê de bi mûşek û balafirên hewayî yên bêmirov êrişî Ukraynayê kiriye.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Servîsa Lezgîn di encama êrîşan de 11 kes mirine û 11 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di êrîşan de 35 avahîyan xisar dîtine û herî zêde zirar li herêma paytext Kîevê ketiye.
Sererkanê Giştî yê Ukraynayê Valeriy Zaluzhny ragihandiye ku Rûsyayê di 26ê Kanûna Paşiyê de 55 mûşek avêtine Ukraynayê û 20 ji wan li herêma Kîevê 47 mûşek hatine tekbirin.
Her weha Zaluzhny aşkere kiriye ku 24 balafirên bêmirov ên artêşa Rûsyayê ji aliyê hêzên parastina hewayî yên Ukraynayê ve hatine îmhakirin.
Piştî ku Almanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandine ku ew ê tankan bişînin Ûkraynayê, ev êrîş pêk hatine.(SD/AY)