Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kesekî bi qemeyê li navçeya Alkecirasa bajarê Cádiza başûrê Spanyayê êrîşî du dêran kiriye. Di encama êrişê de keşeyek miriye û çar kes jî birîndar bûne.
Bûyer duh (25 Kanûna Paşiyê) di saet 19.30an de pêk hatiye. Êrişkarê bi qeme keşeyê dêra Maria Auxiladora y San Isidro Church, Diego Valencia kuştiye.
Êrişkar piştre bi qemeyê berbi dêra Nûestra Senora de La Palma meşîya ye ku li Kolana San Isıdro ye û 5 deqîqe ji dêra din dûre. Li wir jî keşeyê wezîfedar û 3 kesên din birîndar kiriye.
Agahiya hatiye belavkirin ku rewşa birîndaran xirap nîne. Televîzyona Dewleta Ispanî RTVEyê ragihandiye ku êrişkar 25 salî ye, mêr e û fasî ye. ji aliyê hêzên ewlekariyê de hatiye zeftkirin.
Di daxuyaniya wezaretê de derbarê sedema êrişê de agahî nehatiye parvekirin.
Dozgeriyê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin û destnîşan kiriye ku dibe ku “êrişa terorî” be. (SD/AY)