Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rûsyayê li Kremençuk a Ukraynayê bi moşekan êrîşî navendeke kirin û firoştinê kiriye.
Hêzên Hewayî yên Ukraynayê diyar kiriye ku navenda bazirganiyê bi mûşekên "Х-22" yên ji aliyê balafirên şer ên tîpa "Tu-22M3" yên ji herêma Kurskê ya Rûsyayê ve hatine avêtin.
Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de 10 kes mirine û zêdeyî 40 kes jî birîndar bûne.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski gotiye ku di dema êrîşê de zêdetirî 1000 kes di nav bazarê de hebûne.
Zelenski di daxuyaniya xwe ya li ser kanala Telegramê de gotiye ku herêm ne xwediyê nirxeke stratejîk e. "Ti gef li ser artêşa Rûsyayê tune bû,"
Piştî êrîşê serkirdeyên G7 jî daxuyaniyeke hevpar dane û êrîş weke “sûcê şer” pênase kirine.(HA/AY)