Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şerê Rûsya û Ûkraynayê ji îro (3ê Hezîranê) pê ve di roja 100emîn de ye û şer dewam dike.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski duh bi rêya vîdeokonferansê bi Parlamentoya Luksemburgê re axivîye.
Zelenski gotiye ku ji destpêka dagirkirinê ve di 24ê Sibatê de, hêzên Rûsyayê ketine 3,620 cihên niştecêbûnê, ji wan hezar û 17 cih dîsa ketiye bin kontrola Ukraynayê. Her weha ji sedî 20 ji axa Ukraynayê niha "di bin kontrola dagirkerên Rûsî de ye".
"Ji îro pê ve ji sedî 20 axa me di bin kontrola dagirkeran de ye. Ev jî bi qasî 125 hezar kilometre çargoşe ye."
Zelenski bir bîr xistiye ku 12 milyon hemwelatiyên Ukraynayê di nav axa welatê xwe de koçber bûne û zêdetirî 5 milyon kes jî penahendeyê welatên din bûne.
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di 2ê Hezîranê de parve kiriye, ji 24ê Sibatê ve ji destpêka şerê Rûsya û Ûkraynayê heta niha 4 hezar û 169 sivîl mirine û 4 hezar û 982 sivîl jî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê(AA), Rûsyayê ku diyar kiribû di meha ewil a şer de hezar û 351 leşkerên wan mirine û 3 hezar û 825 jî birîndar bûne. Her weha Rûsyayê der barê vê mijarê de agahiyên nû eşkere nekirine
Rayedarên Rûsî ragihandine ku artêşa Ukraynayê di şer de 23 hezar û 367 leşker winda kirine, Ûkraynayê jî diyar kiriye ku heta niha zêdetirî 31 hezar leşkerên Rûs mirine.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, hejmara penaberên Ukraynayê ji 6 mîlyon û nîvan derbas bûye.(SD/AY)