Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî(KBPNY) daneyên têkildarî krîza penaberan ya li Ûkraynayê belav kiriye.
Li gorî daxuyaniya KBPNYê ji 24 Sibatê heta 26 Adarê 3 mîlyon û 821 hezar û 49 penaber ji Ûkraynayê derbasî welatên cîran bûne. Ji nîvî zêdetirê wan derbasî Polonyayê bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku hejmara koçberên Ukraynayî yên derbasî welatên cîran bûne wiha ne: Polonya (2 milyon û 267 hezar û 103), Romanya (586 hezar û 942), Moldova (381 hezar û 395), Macaristan (349 hezar û 107) û Slovakya (272 hezar û 12). Di 21-23ê Sibatê 50 hezar kes ji herêmên Donetsk û Lûhanskê derbasî Rûsyayê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Rêxistina Koçberan ya Navneteweyî (IOM) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî aşkere kiriye ku 6.5 milyon sivîl li nav Ukraynayê jî koçber bûne û bi vî awayî hejmara Ukrayniyên ku ber bi welatên cîran ve penaberan bûne gihîştiye 10 milyonan.
Herî kêm 1119 sivîl mirin e
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî(KBPNY) di şerê Rûsya û Ûkraynayê de ji 24ê Sibatê heta 16 Adarê herî kêm hezar û 119 sivîl mirin e û hezar û 790 sivîl jî birîndar bûne.(RT/AY)