Ji 3 mîlyon penaberên Ûkraynayî, mîlyon û 800 hezar li Polonyayê ye ne
![Ji 3 mîlyon penaberên Ûkraynayî, mîlyon û 800 hezar li Polonyayê ye ne](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/259/102/original/ppb.jpeg)
Fotoğraf: BBC
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ireneusz Fîdos, wezîfedarê polîtîkayê yê Beşa Karên Derve(EEAS) yê Yekitiya Ewropayê(YE) li Brukselê li ser Rûsyayê xebatan birêve dibe û karê wî yê niha şerê Ûkraynayê ye.
Fîdos barûdoxê şerê li Ûkraynayê weke “Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve krîza herî mezin a penaberan e' binav kir. Li gorî zanyariyên ku Fîdosî daye bîanetê, ji 24ê Sibatê ve nêzîkî 3 mîlyon Ûkraynayî welatê xwe bicih hêştine.
Fîdos diyar kir ku ji penaberên Ûkraynayê mîlyon û 800 hezar li Polonyayê ye û got, “Dewleta Polonyayê alîkariyên pêwîst kiriye û gelê wî welatî jî ji bo alîkariyê bide Ûkraynayiyan birêxistin kirine.”
Fîdos destnîşan kir ku Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî(UNHCR) jî rewşa li sînorê Polonyayê ji nêz ve dişopîne û got, hema bêja nîvê penaberan zarok in.
Paul Dîllon, berdevkê IOMê rêxistina koçan a NYê diyar kiriye û gotiye, ji penaberan 157 hezar hemwelatiyên welatên sêyem e.
Rojane 70 hezar zarok dibin penaber
James Elder, Berdevkê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daye xuyakirin ku ji destpêka şer û vir ve gelek zarok mirine yan jî birîndar bûne û got, "Niha zêdeyî mîlyon û 400 hezar zarok ji welêt reviyane" û destnîşan kir ku ev yek tê wê wateyê ku ji destpêka şer û vir ve li Ûkraynayê rojê 70 hezar zarok bûne penaber.
Herî kêm 579 sivîl mirin e
Li gorî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di şerê Rûsya-Ûkraynayê yê navbera 24ê Sibatê-11ê Adarê de herî kêm 579 sivîl mirin e û 1002 sivîl jî birîndar bûne. (AS/AY)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
![Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket](https://static.bianet.org/haber/2023/10/03/gazeteci-aysenur-arslan-ifadeye-goturuluyor.jpg)
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
![Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/275/original/44bb.jpg)
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
![Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/600/original/celalettin-can-tutuklama.jpg)
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
![DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/248/original/66bb.jpg)
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
![Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/274/869/original/hatay.jpeg)