Fotoğraf: Tyler Hicks / The New York Times
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Joe Biden, Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) ji televizyona NBC Newsê pirsiyarên Lester Holtî bersivandiye.
Di hevpeyvînê de Biden ji hemwelatiyên xwe yên li Ûkraynayê ne xwestiye ku demildest ji wî welatî derkevin. Biden diyar kiriye ku ger Rûsya Ûkraynayê dagir bike ew ê ji bo derxistina welatiyên Amerîkayê li wî welatî leşker neşîne.
Biden destnîşan kiriye û gotiye, “Ger Amerîkî û Rûsî gule bera hev bidin ew rê li ber şerê cîhanê vedike. Cîhan niha li cîhekî ji her demên din cûdatir de ye.”
Wezareta Karên Derve ya DYAyê jî bang li Amerîkiyên ku li Ûkraynayê ne kiriye ku ji ber zêdebûna rîska destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ya li hemberî Ûkraynayê, wî welat demildest biterikînin.
Rûsyayê zêdeyî 100 hezar leşker li ser sînorê xwe yê bi Ûkraynayê re bi cih kiriye û bi Belarûsê re tetbîqatên hevpar dikin. Her weha Rûsya îdîayên êrîşê qebûl nake.(HA/AY)