Fotograf: Evren Kalinbacak
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Twîtter ji sala 2012an heta niha bi awayekî rêkûpêk “rapora xwe ya zelaliyê” diweşîne.
Li gorî rapora ku li ser 6 mehên di navbera Kanûna Paşiyê-Hezîrana 2021an de hatiye amadekirin, Twîtterê 43 hezar û 387 daxwazên hiqûqî yên ji bo rakirina tweetên nîşankirî ji 196 hezar û 878 hesaban wergirtiye.
Ev îstastîstîka herî bilinde ku li piştî Twîtterê di sala 2012an de yekem rapora xwe ya zelaliyê eşkere kiriye. Ji sedî 95ê daxwazên rakirina tweetan ji pênc welatan hatine ku Tirkiye jî di nav de ye.
Daxwaza herî zêde bi 18 hezar û 518 serlêdanan ji Japonyayê ye. Japonya bi 10 hezar û 448 daxwazan, Tirkiye bi 5 hezar û 454 daxwazan, Hîndîstan bi 4 hezar û 903 daxwazan û Koreya Başûr jî bi 2 hezar û 088 daxwazan di raporê de cih girtiye.
Her weha di rapora Twitterê de hatiye aşkerekirin ku Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) ji bo ku zanyariyên hesabê bikarhêner bi dest bixe 3 hezar û 26 daxwaz kiriye. 3 hezar û 26 daxwazên DYAyê ji Twîtterê ji sedî 26ê daxwazên giştî ye.
Twîtter di vê qonaxê de 4.7 mîlyon twîteen ku qaîdeyên wan binpê kirin e rakiriye.
Her wiha di qonaxa raporê de Twitterê 453 hezar û 754 hesab ji ber polîtîkaya îstismara zayendî ya zarokan (CSE) binpê kiriye, 44 hezar û 974 jî ji bo handana terorîzm û tundkariyê ji binî ve girtiye.
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(HA/AY)