Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rûsyayê aşkere kiriye ku ew ê xebatên nûneriya NATOyê ku li Brukselê ye ji 1ê Çiriya Paşiyê pê ve rawestînin.
Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derveyî yê Rûsyayê diyar kiriye ku ev gav weke bersivdayîne ji NATOyê re ku hefteya rabirdû akredîtasyonên 8 dîplomatên rûsî betal kiribû. Her weha ragihandiye ku ew ê ji 1ê Çiriya Paşiyê pê ve navendên enformasyonê û buroya pêwendiyan yên NATOyê ku li Moskowê ne, bigirin.
Li ser van agahiyan NATOyê jî têkildarî Rûsyayê xebatên nûnertiyê wan daye rawestandin gotiye nehatiye piştrastkirin û lê ew ê hayî ji gotinên Lavrovî hebin.
Almanyayê daxûyanî daye
Heîko Maas, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê diyar kiriye ku wan biryara Rûsyayê bi ‘nebaşî’ nirxandine û biryara Moskowê wê zerareke cidî bide têkiliyan.
Bi pirsgirêka Kirimê re qeyranê destpê kiribû
Têkiliyên NATO û Rûsyayê yên di salên dawî de piştî Şerê Sar di qonaxa herî dijwar de têdiper in. Rûsya, NATOyê bi kiryarên provakatîf li nêzî sînorên xwe tawanbar dike, di heman demê de NATO jî Rûsyayê tawanbar dike ku bi dagirkirina Kirimê re qanûna navneteweyî binpê kiriye û ewlehiya endamên NATOyê tehdît dike.
NATOyê hevkariya rasteqînî ya bi Rûsyayê re, piştî ku di sala 2014an de Rûsyayê serweriya Kirima Ûkraynayê bidest xistiye , sekinandiye. Lê belê qenalên ji bo danûstandinên asta bilind û hevkariya leşkerî ya navbera artêşan vekirî hiştibû. Konseya NATO-Rûsyayê ku weke platformeke diyalogê ya navbera Tifaq û Rûsyayê kar dike, ji hingî ve kêm caran li hev dicivîyan.
NATOyê di 6ê Çiriya Pêşiyê de daxûyanî dabû û diyar kiribû ku 8 dîplomatên Rûsî yên di nûneriya NATOyê de wezîfedar in weke ‘serbazê îstîxbarata nehênî' dixebitin. Her wiha akredîtasyonên wan hatiye betalkirin û hejmara rayedarên Rûsî ên li nûneriyê dixebitin ji 20an daxistine 10an.
(TP/AY)