Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serfermandariya Koreya Başûr aşkere kiriye ku ji rojhilatê Koreya Bakur, ji bendêra Sinpoyê moşekeke balîstîk hatiye avêtin. Pyongyang, Sînpoyê weke baregeheke binbehrê bikar tîne. Moşek li Behra Rojhilatê ango Behra Japonyayê ketiye xwarê.
Fumio Kishida, Serokwezîrê Japonyayê gotiye ku du moşekêk balîstîk bûn û ceribandin bi gotinên “gelekî xemnak” penase kiriye.
Çavkaniyek ji hikûmetê ji Yonhap, ajansa nûçeyan a Koreya Bakur re gotiye, ceribandina moşekan a Pyongyangê di wê demê de çêbûye ku wê serekên îstîxbaratê yên Japonya û DYAyê li Seûlê bihatana ba hev û wê li ser Koreya Bakur biaxiviyana.
Moşeka Balîstîk çiye?
Ew cûre moşek e ku serikekî nukleer, kîmyewî an jî bîyolojîk lê barkiriye û mesafeyeke dirêj dikare biçe. Yên rêzan û yên rênezan hene. Him dikarin si serikekî tenê him jî dikarin bi gelek serikan bên bikar anîn û dema gelek serik pê ve bin, dikarin her serikekî bavêjin hedefên cida.
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê, di 24 saetên dawî de Sung Kim, Nûnerê Taybet ê DYAyê ji bo Koreya Bakur, gotiye ku rêveberiya Biden amadeye bê şert û merc li gel Koreya Bakur bicive.
Hevdîtinên berê yên di navbera DYA û Koreya Bakur de ji ber di mijara pakbûna ji çekên nukleer de li hev nekiribûn, bi ser neketibûn.
DYA beriya ku mueyide werin sistkirin dixwaze Koreya Bakur dest ji çekên nukleer berde lê Koreya Bakur heta niha ev daxwaz qebûl nekiriye.
Koreya Bakur çekan diceribîne
Rêveberiya Pyongyangê di van çend hefteyên dawî de bi moşekên hîpersonîk û yên qonaxdûr ceribandinan dike. Hinek ji van ceribandinan, mueyîdeyên navnetewî yên tund, binpê dikin.
Neteweyên Yekgirtî ceribandina çekên nukleer û moşekên balîstîk li Koreya Bakur qedexe kiriye.
Koreya Başur çekên xwe pêş dixe û Koreya Bakur jî di ceribandinên moşekan de berdewam e. Li gorî pisporên ku her du welatan dişopînin, li nîv-girava Koreyê pêşbirka biçekbûnê heye. (TP/FD)