Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh bi şev bi dronan êrîşî Balafirxaneya Hewlêrê ya Navwnetî kirine ku leşkerên DYAyî li wir bicih in.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Serwîsa Têkoşîna Dijterorê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de gotiye ku di encama êrîşan de kes nemiriye.
Serwîsa Têkoşîna Dijterorê ya Hewlêrê jî êrîş pistrast kiriye.
Pentagon: Em agahdar in
Ajansa Nûçeyan a Reutersê diyar kiriye ku armanca êrîşî leşkerên DYAyê bûye. Leşkerên DYAyê li Baregeha Leşkerî ya Harîrê dimînin ku ev der di nava Balafirxaneya Hewlêrê de ye.
Di dema êrîşê de Konsolxaneya DYAyê li Hewlêrê jî sîren lê daye û çûn û hatina hewayî ya li herêmê rawestiyaye.
Wezareta Berevaniyê ya DYAyê ango Pentagonê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ew ji êrîşa bi dronan agahdar in. Li gorî heman daxuyaniyê Pentagonê gotiye ku li gorî zanyariyên destpêkê kes nemiriye û birîndar nebûye.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê derbarê êrişê de daxuyaniyek daye û wiha gotiye “Li gorî tespîtên yekem, di dema herêmî 23:15an de li nêzî baregeha Esmani ya Hewlerê li Iraqê bi navgînên esmanî yên bêmirov ve hate pêkanîn. Niha li gorî raportên destpê kê ti birîndar, kuştî nînin û ziyan çênebûye. Dema ku agahî ketin destên me, em ê bi we re parve bikin.”
Li aliyê din li gorî îdîaya li ser kanala Sabirin Telegram a girêdayî Heşda Şeibî, 20 mûşek avêtine firokxaneyê. Herwiha diyar kirine ku êrîş bi sê dronan pêk anîne.
Berê jî êrîşeke bidronan pêk hatibû
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê du roj berê droneke teqemenî barkirî li ser Balyozxaneya DYAyê li Bexdayê dema firiyaye, sîstemên berevaniya asmanî ew xistine.
Piştî vê bûyerê bi seaten êrîşeke bi roketan li dijhi baregeheke li rojavayê Iraqê pêk hatibû ku leşkerên DYAyî lê bicih bûn. (TP/FD)