Fotograf: bl.uk
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) ku veguhestinên çekên fermî yên navneteweyî dişopîne di 16ê Adarê de têbiniyek agahdarkirinê belavkiribû û îro rapora 2020an weşandiye.
Li gor raporê li tevahiya cihanê serfkirinên leşkerî yên 2020an li gor sala borî ji sedî 2,6 zêde bûne û gehiştiye 1,98 trilyon dolarî. Hatiye diyar kirin ku ev ast, piştî 1988an asta herî bilind e.
Li gorî rapora SIPRIyê li cîhanê welatên ku herî zêde xerckirina leşkerî kirine, Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê, Çîn, Hîndistan, Rûsya û Brîtanya ye. Ev welatana berpirsbûn ji sedî 62ê xerckirinên leşkeri li ser asta cîhanê.
Her weha li gorî rapora SIPRIyê, ligel krîza Covîd-19ê jî li cîhanê rêjeya serfkirinên leşkerî zêde bûye.Bi tenê Şîlî û Koreya Başûr beşek ji budceya leşkerî bo têkoşîna bi Covîd-19ê re xerckirine.
Dr. Diego Lopes da Silva, Lêkolînerê Bernameya Xerckirinên Leşkerî û Çekan ê SIPRIyê gotiye: “Em bi hêsanî dikarin bêjin pandemiyê bandor li xerckirinên leşkerî yên 2020an nekiriye. Lê di sala duyem a pandemiyê de rewş çawa be em nizanin.”
Xerckirina leşkeri a Tirkiyeyê daketiye
Di raporê de 40 welatên ku xerckirina wan a leşkerî herî zêde ye hatine nirxandin. Tirkiye di sala 2019an de di rêza 15em de bûye û di rapora 2020an de jî daketiye rêza 16em.
Di raporê de Tirkiye weke welatê Rojhilata Navîn hatiye hijmartin û hatiye gotin xerckirinên leşkerî yên Tirkiyeyê li gorî sala borî ji sedî 5 daketiye û bûye 17,7. Lewra hatiye diyar kirin ev daketin di zêdebûna ji sedî 77 a xerckirinên Tirkiyeyê yên di navbera 2011 û 2020an de wek îstîsnayekê ye.
Her weha di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji ber polîtîkayên bi xwebawer ên Tirkiyeyê xerckirinên leşkerî jî 2015an û pê de gelekî zêde bûne.
Li gor raporê berevajî cîhanê li Rojhilata Navîn xerckirinên leşkerî ligor sala borî ji sedî 6,5 daketiye. Li herêmê tenê li 4 welatan serfkirinên leşkerî zêde bûne. Li gor vê li Misrê ji sedî 7,3, Îsraîl ji sedî 2,7, Urdun ji sedî 2,5 û Ummanê ji sedî 1,7 zêde kirine.
Li gor raporê DYA, Çin, Hindistan, Rusya û Brîtanya ew welat in ku xerckirinên leşkerî zêde kirine. DYAyê xerckirinên leşkerî yên 2020an li gor sala borî ji sedî 4,4 zêde kirine û gîhaştie 778 milyar dolaran. Li gor vê ji sedî 39 serfikirinên leşkerî yên cihanê yên Amerîkayê ne.
(HA/AY)