Fotograf: Qesra Bûckîngham
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Qesra Bûckînghamê aşkere kiriye ku Mîrza Phîlîp,hevjînê Elîzabetha II.,Şabanûya Brîtanyayê di 99 saliya xwe de koça dawî kiriye.
BBC Newsê daxuyaniya Qesra Bûckînghamê ya têkildarî mirina Mîrza Phîlîpî belav kiriye û gotiye:
“Şabanûyê mirina hevjînê xwe Mîrza Phîlîp bi xemgîniyek mezin ragihand. Mîrza vê sibê li Kelha Wîndsorê koça dawî kir.”
4 zarok, 8 nevî û 10 zarokên neviyê Mîrza û Şabanûyê hene.
Kurên wan yê yekem Mîrza Charles e ku Mîrzayê Gallerê ye û di sala 1948an de hatiye dinê. Li piştî wî di sala 1950an de Şabanû Anne, di 1960an de Mîrza Andrew û Mîrza Edward, Kontê Wessexê hatine dine.
Mîrza Phîlîp, li grava Korfûya Yunanistanê di 10ê Hezîrana 1921an de ji dayîk bûye.
(PT/AY)