Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî zanyariyên ku di çirkeya dawîn de hatine li Bexdayê, Paytexta Iraqê du êrişên xwekujiyê li cîhê bazarekî pêk hatiye. li gorî daneyên destpêkê herî kêm 32 kes mirine û 110 kes jî brîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Operasyonan ya Bexdayê ku ser bi hikûmeta Iraqê ye êrişa xwekujiyê li Meydana Tayaranê pêk hatiye.
Rayedaran ragihandine ku rewşa piraniya brîndaran girane û li herêmê zerar û ziyanên maddî pêk hatiye.
Heta niha çi komek çalaki negirtiye ser xwe.
Li Kanûna Paşiyê ya 2018an heta niha ev cara duyeme li bajarê Bexdayê êrişên xwe kujiyê pêktên.
(PT/AY)