Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê “Plana Aştiyê ya Rojhilata Navîn” eşkere kir, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê û serokê Filistînê nerazîbûna xwe eşkere kiriye.
Wezareta Karên Derva der barê plana ya aştiyê ya Amerîkayê ya bi îdiaya mijara Filistîn û Îsraîlê çareser bike hatiye amadekirin da got "Em ê destûrê nedin gavên zilm û dagirkeriya Îsraîlê meşrû dikin bên avêtin."
"Ev plan dixwaze çareseriya dudewletiyê ji holê rake û axa Filistînê talan bike. Gelê Filistînê û axa wê bi pereyan nayê firotin."
"Em ê destûrê nedin gavên zilm û dagirkeriya Îsraîlê meşrû dikin bên avêtin. Emê her tim li cem gelê Filistînê yê birayê me ne bin. Ji bo ku li ser axa Filistînê Filistîneke serbixwe ava bibe emê xebatên xwe bidomînin. Planeke ku Filistîn qebûl neke, emê jî qebûl nekin. Heta polîtîkayên dagirkeriyê dawî nebin, aştî wê neyê Rojhilata Navîn."
Plana aştiyê ya Rojhilata Navîn a Trumpî
Serokê Amerîkayê Donald Trump dema plana qaşo ya aştiyê ya Rojhilata Navîn eşkere kiribû, gotibû ew ê Qudsê wek paytextê Îsraîlê ya nayê perçekirin qebûl bikin û ev plan ji bo Filistîniyan şansê dawîn e.
Trump gotibû plana aştiyê 80 rûpel e, him ji bo Îsraîlê û him jî ji bo Filistînê madeyên girîng tê da hene.
Donald Trump daxuyandibû ji bo Filistînê dewleteke serbixwe ya ku paytextê wê li Qudsa Rojhilat e wê bê avakirin, lê der barê paytextê da hûrgilî nedabû.
Li gor vê planê Trump 4 sal dem dabû Filistînê ku ew şert û mercên dewletbûna serbixwe bi cih bîne.
Trump gotibû ev plan ji bo dewleta Filistînê û Filistîniyan şansê dawîn e.
Serokê Filistînê: "Quds ne ya firotinê ye"
Serokê Filistînê Mehmûd Ebas rexne li plana qaşo ya aşitiyê ya Trump girt û got, "Quds ne ya firotinê ye."
Serokê Filistînê Mehmûd Ebas daxuyand ku plana qaşo ya aşitiyê ya Serokê DYAyê Donald Trump red dikin û got, û got, "Quds ne ya firotinê ye. Ne mumkin e ku takeyek Misulman û Xrîstiyanên Filistînî vê planê (ya Trump) qebûl bike."
(MB)
*Çavkanî: Ajansa Anadoluyê û bianet