Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danezana Konferansa li Berlîna paytexta Almanyayê ya ku bi mebesta destpêkirina agirbesta mayînde û pêvajoya siyasî li Libyayê, hat lidarxistin, hat belavkirin.
Di danezanê de wiha hat gotin,
"Em piştevaniya avabûna hikûmeteke tek, yekgirtî, firehgir û çalak ku Meclisa Nûneran a Libyayê pesend bike, dikin. Em bangî hemî aliyên li Libyayê dikin bila pêvajoya derbasbûnê bi aweyekî giştgir û adîlane biqedînin. Em bangawazî li aliyan û piştevanan dikin, piştî destpêkirina agirbestê çalakiyên xwe yên eskerî biqedînin. Em piştevaniya avabûna pergaleke asayişa neweteyî ya Libyayeke yekgirtî ya bi îdareya sivîl, dikin.
Di Danezana Konferansa Libyayê de wiha hat gotin, "Em ji bo avakirina komîteyên teknîkî ku çavdêrî û teftîşa agirtbestê bikin bangawazî li NYê dikin. Piştî Lûtkeya Berlînê di bin hîmayeya NYê de bi mebesta dirêjepêdana kordînasyonê, em Komîteyeke Çavdêriya ya Navneteweyî ava dikin."
(MB)
*Çavkanî: Ahmet Aydın |AA