Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanîyî li ser bûyera xwenîşandanên li bajarên Iraqê daxuyanîyeka nivîskî daye. Di xwenîşanan de 44 welatî hatibûn kuştin.
Serokê herêmê daxuyandîye ku “têkdana asayîşê rewşê xirabtir dike”
Li gor malpera Kurdistan 24ê beşeka daxuyanîya serokê Herêma Kurdistanê ev e:
“Bi nîgeranî ve li bûyerên û tundûtîjîyên van çend rojên Bexda û çend parêzgehên din yên Îraqê dinerîn. Xwenîşandanên sivîlî û aştîyane, mafeke destûrî ya paraztîye, lê nabe bihên guhertin bo tundûtîjîyê, pêkdadan, ajawe duristkirin, derkevtin ji yasayê, gef li asayîşa giştî, têkdan û helweşandina sazîyên dewletê.
“Arîşeyên ser hev daketîyên Îraqê yên rojekê nîne, lê zade û reftar û sîyasetên şaşên dehan salên bûrî yên hikumetên duv hev re hatî yên Îraqê ne, ti hikumetek nekare di şevek û rojekê de wan arîşeyan çareser bike, bicihanîna xwazt û daxwazîyên gel, hevkarî û piştîvabnîya hemû hêz û alîyan divêt. Parastina asayîş û akancî û niha û ayîndeya welat erk û berpirsyartîya hemûyane.
“Îraq di rewşeke hestayr de ye, ku pêwîstî bi aramî û akincîya sîyasî û ewlehî heye, alozî û têkdana asayîşê derkevtina bûyeran ji kontrolê, rewşê xirbtir û dijwartir dike. Ti tiştekê çareser nake û tevaya gelê Îraqê têde zerermend dibin. Hêvîdarîn hemû alî xwe girtî bin, yasayê biparêzin û berjewendîya balaya welat bixin berçavan”
Çi bûbû?
Li Iraqê ji yekê mehê ve li dijî hikumetê xwenîşandan pêk tên. Di xwenîşandanan de 44 kes mirine û zêdetirî 200 kesan birîndar bûne.
Xwenîşandar gendelî û krîza aborî protesto dikin, hikûmet hewil dide xwenîşandanan bide sekinandin.
Welatîyan pêşîyê li Bexdaya paytext û paşê li Besrayê ji ber hejarî û bêkarîyê welatîyan dest bi xwenîşandanan kiribû.
Li meydana Tehrîrê welatî kom bûne û hewil dane ber bi herêma kesk ve biçin. Hêzên ewlehîyê rê li xwenîşanderan girtiye.
Heta niho ti partî û rêxistinan xwe li xwenîşandanan nekirine xwedî. Hikumetê malperên medyaya civakî yên Twitter, Facebook, Instagram û Whatsappê 2yê vê mehê asteng kiribûn.
Qedexeya derketina derve
Li gor Ajansa Anadoluyê li Iraqê ji xeynî Bexdayê ji ber xwepêşandanên li dijî hikûmetê ku roja sêşemê dest pê kiribûn li 3 bajarên din jî qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Rêvebiriya Iraqê ji ber xwepêşandanên li dijî hikûmetê piştî Bexdayê li bajarên Zikar (Nasiriye), Meysan (Amara) û Babilê (Hile) jî qedexeya derketina derva îlan kir.
Li bajarên wek Basra, Diwaniye, Kerbela, Wasit û Kerkûkê hê biryara qedexeya derketina derve nehatiye îlankirin.
Ber destê sibehê li Bexdayê bi telîmata Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bona parastina pergala kamuyê û ewlehiya navxweyî qedexeya derketina derva hatibû îlankirin.
Ehmed Xelefê li Midûriyeta Polêsan ya Bexdayê wezîfedar e daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û destnîşan kiribû li tevahiya paytextê îro sibehê ji saet 05.00an pê va heta emrekî din wê qedexeya derketina derva dest pê bike.
Xelef diyar kiribû wesaîtên bizirx yên artêşê li Herêma Kesk hatine bicîkirin û ji bona dijî hewldanên xwepêşandêran amade ne.
Li Iraqê ji 1ê Cotmehê vir va xwepêşandanên dijî hikûmetê tên kirin û heta niha 12 kes hatine kuştin.
(MB)
Çavkanî: Kurdistan24
Wêne: president.gov.krd