Li Swêdê di encama teqînekê de 19 kes birîndar bûne
Li gorî nûçeyên di medyaya herêmî de hatine belavkirin, teqîn li kolanê pêk hatiye
![Li Swêdê di encama teqînekê de 19 kes birîndar bûne](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/209/154/original/swed.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Linköping ê Swêdê, li gorî saeta herêmî, saet li derdora 09.00ê teqînek pêk hatiye. Li gorî nûçeyên di medyaya herêmî de hatine belavkirin, teqîn li kolanê pêk hatiye û camên pencereyên du avahiyan şikestine.
Kolan û derdora cihê teqînê ji çûnûhatinê re hatiye girtin û gelek ambulans çûne cihê bûyerê. Li gorî zanyariyên destpêkê, 19 kes birîndar bûne.
Sedema teqînê diyar nebûye û polîsan lêpirsîn dane dest pê kirin. (EMK/FD)