Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wîllîam M.yê 69 salî, li Parîs, paytexta Fransayê di 23ê Kanûna Pêşiyê de bi çekan êrişî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kayayî kiribû û di encamê de 3 kes kuştîbû. Lêpirsîna derbarê kujer Wîllîam M.yî de didome.
Derbarê êrişkar de biryara desteser kirine hatibû betalkirin û şandibûn klînîka psîkiyatriyê û pişkinîna wî ya li wê derê temam bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di encama pişkinîna klînîka psîkiyatriyê de doktoran biryar dane û gotin, “rewşa tenduristiya êrişkar ji bo desteserkirinê guncaw e”
Êrişkarê ku ji klînîka psîkiyatriyê hatiye derxistin di saet 18.25ê Tirkiyeyê de dîsa hatiye desteserkirin.
Hatiye diyarkirin ku êrişkar wê îro (26ê Kanûnê) derxînin pêşberî dadwer.
Bixwîne-Li Parîsê bi çekan êrişî Navenda Çanda Kurd ya Ahmet Kaya kirine
Çi bûbû?
Li Parîs, paytexta Fransayê di 23ê Kanûna Pêşiyê de bi çekan êriş li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kayayî pêk hatibû û di encamê de 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Piştî êrişê gumanbarê ku 69 salî ye hat desteserkirin.
Şahidên bûyerê diyar kirine ku bersûcê Navenda Çandê, xwaringeh û kuaforek kiriye hedef û ji aliyê kesên ku di kûaforê de bûne hatiye girtin.
Wezîrê Navxweyî ê Fransayê Gerald Darmanin gotiye ku gumanbar bi taybetî kesên biyanî kirine hedef.
Hatiye aşkerekirin ku gumanbar di 8ê Kanûna Pêşiya 2021ê de bi şûr êrişî kampeke koçberan a li Parîsê kiriye û bi hewldana kuştinê hatiye sûcdarkirin.
Dozgeran derbarê êrîşê de lêpirsîna kuştinê vekiriye.
Dozgera Parîsê Laure Beccuauyê piştrast kiriye ku gumanbar salek piştî vê êrîşê hatiye berdan.
Nayê zanîn ku ji ber çi gumanbar hatiye berdan.
(RT/AY)