Baroya Amedê bi sedema ku di bernameya televîzyona ATVê ya “Esra Erol’da” de cihêkariyê ziman tê kirin û li dijî zimanê kurdî helwesta biçûkxistin, nîjadperest, nefret û cihêkariyê pêş dixe, derheqê peywirdaran de gilî kiriye.
Serlêdana sûc li Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê hatiye kirin û hatiye gotin ku sûcê “Raste rast gel ji bo dijminatî û kînê hatiye sorkirin an jî biçûkxistinê” hatiye kirin.
Di daxwaznameya Baroyê de hatiye destnîşankirin ku jina bi navê Besîme ku demekî dirêj bû keça xwe nedîtibû, di bernameya “Esra Erolê da” ya ATVê de bi kurdî ji keça xwe re gotiye; “Kutkê te hene. Qurbana te me. Keçka min" û dema ev axaftina bi kurdî dikir jî dengê wê hatiye qutkirin.
Her wiha hatiye destnîşankirin ku pêşkeşvana bernameyê Esra Erol jî çûye cem dayikê û bi tirkî jê re gotiye; “Xaltiya Besîme ez dizanim tu ji bo keça xwe xemgînî lê dixwazim ez jî fêm bikim” û ji ber ku dayik bi tirkî baş nedizanî, wergera axaftina xwe kiriye.
“Sûc hatiye kirin”
Baroyê, di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku mafê her miletekî ye ku di nava jiyana rojane de bi zimanê xwe biaxive, zimanê xwe hînî zarokên xwe bike û kesên di bernameyên televîzyonê de axaftina bi tirkî li keseka bi tirkî nizane ferz dike jî divê werin cezakirin. Baroyê, got ku gotin û kirinên ku zimanên ji bilî tirkî qedexe dike, asteng dike, biçûk dixe û rê li ber nefret û cihêkariyê vedike hatine kirin û ev yek ji hêla hiqûqî ve nayê qebûlkirin. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê