Cîgirê Darayî yê Sendîkaya Perwerdeyê ya Bajarê Bursayê Yusuf Ozmen 13ê Çiriya Paşiya 2022an de li ser medyaya civakî wêneyê derenceyên dibistaneke wî bajarî belav kiribû ku li ser hatiye nivîsandin “Yan bi Tirkî biaxive yan bêdeng be”. Têkildarî vê êrişa nijadperest a li dijî kurdî saziyên ziman daxûyanî dane.
Daxûyaniya hevpar ya saziyan weha ne:
“Bi salan e li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê tunehesibandin, qedexekirin, bişaftin, êriş û zextên li ser zimanê kurdî, bi rê û rêbazên cuda berdewam in.”
“Êrişekê li dijî nasnameya Kurdan e”
“Herî dawiyê wek êrîşeke li dijî zimanê kurdî, li bajarê Bursayê, li ser pêlekanan nivîsa "yan bi tirkî biaxive yan jî hiş be" hatiye nivîsandin. Ev yek bi awayekî aşkera êrişeke faşîzan a li dijî zimanê kurdî ye, êrişeke li dijî nasname û rûmeta me kurdan e.”
“Em wek saziyên zimanê kurdî vê êrişa faşîzan bi tundî şermezar dikin û bang û gazî li hemû kurdan û derdorên ku ji xwe re dibêjin mirov dikin ku li dijî her cureyê êrişên faşîzan û bişaftinê xwedî li zimanê kurdî derkevin, bi diruşma "Dem dema bilindkirina têkoşîna zimanê kurdî ye" têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî, herwiha daxwaza xwe ya ji bo fermîbûn û perwerdehiya bi zimanê kurdî li her derê bilindtir bikin, her derê bikin dibistana kurdî, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.”
Sazî komeleyên îmzeyên wan li bin daxuyaniyê ne ev in:
- Komeleya Lêkolînên Ziman Çandên Mezopotamyayê
- Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
- Enstîtuya Kurdî ya Amedê
- Kovara Destar
- Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî
- Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê
- Komeleya Wêjekarên Kurd
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê
(AY)