Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Weqfa Serhahaman a Tirkiyeye aşkere kiriye ku 36 kevirên goran şikandine û ziyan gîhandine goran. Wezareta Navxweyî jî daxuyaniyekî daye.
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu daxuyandiye ku têkildarî êrişê 2 gumanbar hatine desteserkirin.
Bixwîne-Li Stenbolê êrîşî goristana Cihûyan kirine
Wezîrê Edaletê Bozdag: Lêpirsîn hatiye destpêkirin
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev agahî daye:
"Ez rûxandina hin kevirên gorên li Goristana Haskoyê ya welatiyên me yên cihû yên li Stenbolê û êrişkaran şermezar dikim. Ji hemwelatiyên me yên Cihû re derbasî be. Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê mijarê de lêpirsîna edlî daye destpêkirin."(EMK/AY)