Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li tevahiyê Tirkiyeyê zêdetirê 2 hezar navendên rehabilîtasyonê hene. 333 hezar û 280 kesên kêmendam li vir tên perwerdekirin. Piraniya kesên tên perwedekirin, xwendekar in. Ji bo wan xwendekaran li gorî astengî û kêmbûna wan perwerdehî tê dayîn.
Pirsgirêkên kêmendaman ku li her derê Tirkiyeyê tê nîqaşkirin, di rojeva hin navendên taybet de ye jî. Rêveberên gelek navendan dixwazin çavderî û kontrola li ser navendan zêdetir bibe ku berî li sûîstîmalkirinan were girtin û dibistanên ku ji bo perwerdehî û bazirganiyê hatine vekirin jî divê were cudakirin.
Derbarê programên perwerdehiyê û kesên tên perwerdekirin û pirsgirêkên wan de li Çewlikê em bi 2 midûrên navendan re axivîn. Yek ji wan Midûrê Navenda Rehabilîtasyon û Perwerdehiya Taybet a Ayışıgıyê Dogan Bukan e û yê din jî Navenda Rehabilîtasyon û Perwerdehiya Taybet a Mehmet Çapak e.
Dogan behsa hin pirsgirêkên di vî warî de kir û pêşniyarên xwe yên derbarê çaserekirinê de anî ziman. Çapak jî behsa pêkanînên li welatên Ewropayê kirin.
Bukanê midûr diaxive
Navenda Rehabilîtasyon û Perwerdehiya Taybet a Ayışıgıyê di sala 2013an de hat damezirandin. 8 mamoste û psîkologek 135 xwendekaran perwerde dikin. Bukan destnîşan dike ku xizmeta tê dayîn "piştgiriya perwerdehiyê ye" û tiştên pêwist tîne ziman.
*Xwendekarên ku herî kêm %20 kêmendam bin ewilî li gel weliyên xwe serî li Navenda Lêkolîna Rehbertiyê (RAM) didin.
*Lijneya ku ji wezîfedarên midûriyeta perwerdehiyê pêk tê, li gorî pêdiviyên xwendekaran programa perwerdehiya bo selekî diyar dikin.
*Welî li gorî vê programê navendekê dibijêre.
Di çarçoveya perwedehiyê de hefteyê carekê 2 saetan perwerdehiya ferdî, mehê 4 saetan jî perwerdehiya komî tê dayîn.
Di perwerdehiyê de aheng û cudahî
Ji ber ku programên navendan ne yek in, dema xwendekar serî lê didin navend jî hewl dide ku programa xwe nêzî programa xwendekaran diyar bike.
Bukan dibêje ku li Navenda Rehabilîtasyon û Perwerdehiya Taybet a Ayışıgıyê ji bo xwendekarên kêmendamên zihnî û bo xwendekarên ku dereng hîn dibin perwedehî tê dayîn.
“Xwendekarên ku dereng fêrî tiştan dibin, di programa elimandinê ne. Ji bo wan xwedekaran dersên Tirkî û Matematîk tê dayîn. Dersên ku li navendên taybet tê dayîn di kordîneya dibistana ku zarok lê perwerde dibin û RAMê de pêk tê.
“Xwendekarên li navenda me, perwerdehiya xwe yên li dibistanan jî dewam dikin. Li gorî programa RAMê û midûriyeta perwerdehiyê ders tê dayîn. Ev yek li gorî taybetiyên xwendekaran hin caran tê guhertin.
“Em xwendekaran dikin du komên cuda û bi wî awayî dersan didin wan. Du bira hene ku xwendekarên me ne. Yek ji wan di programa elimandinê de tê perwedekirin. Rewşa birayê din ji wî girantir e. Ji bo ku moralê birayê xerab nebe, em wan di demên cuda de, ji malê hildidin. Em her roj, du caran servîsê dişinin mala wan. Em vê yekê girîng dibînin.”
Pirsgirêka servîsê
Kesên dereng fêr dibin, ji zihnî ve kêmendamên giran, kêmendamên fizîkî û temenmezin nabe ku di heman wesayîtê de biçin û bên. Midûr Bukan dibêje ku ew kesana ji bihevreçûnê aciz dibin.
Bukan bale dikşîne ser helwesta civakê û dibêje ku hin navendên rehabilîtasyonê weke “dibistana dînan” tên binavkirin.
“Zarokên ku têne navenda rehabilîtasyonê weke dîn tên binavkirin. Zarok jî malbatên wan jî, ji vê yekê aciz in. Em bi taybetî nav û ambleman li ser servîsên xwe ve nakin.”
Kêmasiya mamoste, pispor û servîsê
Burkan dibêje ku li navendên rehabîilîtasyonên taybet digel van pirsgirêkên ku em tînin ziman, gelek pirsgirêkên din jî hene.
“Ev xwendekarên hanê li dibistanan jî perwerde dibin. Yên ku asta van xwendekaran dizane û pêşketina wan dişopîne, mamoste ne. Gelo ev mamoste di warê karê xwe de pispor e? Çend personelên pispor hene?
“Çend mamosteyên ku di vî warî de pispor in, hildane ser kadroyê? Tiştek wiha nîn e. Zêdeyî mamosteyan bi peymanan hildidin ser kar, lê kadro nadin wan. Di warê perwerdehiyê de mamosteyan li gorî pisporiya wan hilnadin ser kar û eger mamosteyan li ser peymana demkî hilde ser kar wê pirsgirêk zêdetir bin.
Mehmet Çaplak: Pêkanîn li welatên YEyê mînak in
Midûrê Navenda Perwerdehiya Taybet û Rehabilîtasyonê ya Bir Umutê Mehmet Çapak dibêje ku pirsgirêkên li navendên rehabilîtasyonê ku li gelemperiyê Tirkiyê hene, li Çewlikê nîn in.
Çapak tene ziman ku bi kontrolkirinan ti tişt çareser nabe û pirsgirêk di sîstemê bi xwe de ye û destnîşan dike ku divê Wezareta Perwerdehiyê wextê perwerdehiyê zêdetir bike. Bo vê yekê jî welatên Ewropayê mînak nîşan dide.
Çapak diyar dike ku ew sîstema elimandinê ku li Ewropayê pêk tê, li Tirkiyeyê nîn e û wiha dibêje: “Sedema vê yekê kêmasiya kadro û avahiyên perwerdehiyê ye.”
Li gorî biryarnameya 28296 ku di 18ê Gulana 2012an de di rojnameya fermî de hatiye weşandin, li navendên rehabilîtasyonê perwerdehiya 12 saetan weke “perwerdehiya piştgiriyê” tê binavkirin. Bi wê perwerdehiya ku li gorî ast û rewşa xwendekaran ve tên diyarkirin de, mebest ew e ku rewşa kêmendambûna wan ji holê rabe an bikaribe bi wî halê xwe têra xwe bike, di civakê de entegre bibe.
Çapak bi kurtasî pêkanîna li welatên YEyê wiha vedibêje
*Li welatên Yekîtiya Ewropayê perwerdehiya ji bo kêmendaman bi dibistana seretayî ve destpê dike.
*Li welatên weke Îtalya, Fransa, Portekîz, Îspanya û Îngîltereyê xwendekarên kêmendam ji sîstema elimandinê baş feyde hildidin. Ji xwe sîstema elimandinê bi qanûnan dikin mecbûrî.
*Li welatên Almanya, Hollanda û Fînlandiyayê kêmendamên ku têra xwe nakin, diçin dibistanên li gorî pêdivî û astengiyên xwe.
*Li gelek welatên endamê yekîtiyê jî him li dibistanan him jî li navendên taybet ji bo xwendekaran pêwist be perwerdehiya taybet jî tê dayîn. (RB-LA/NU/HK)
Sibê: Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
Fotoğraflar: Leyla Ayaz
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.