Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî nûçeya Rojnewsê ku li Herêma Kurdistana Iraqê weşanê dike, duh (17ê Îlonê) li nêzî Kampa Serdeşt a Şengalê (Sîncar) pîkabek bûye hedefa balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirkan.
Di daxuyaniya YBŞê de hate ragihandin ku di êrîşê de fermandar Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr mirin.
Di daxuyaniyê de armanca êrîşê weke "xerakirina ewlekarî û aramiya Şengalê" û "pêşîgirtina li vegera Şengalê" hatiye nirxandin.
Çi bûbû?
DAIŞê di Hezîrana 2014an de êrîşî bajarê Mûsilê kiribû û ev der dagir kiribû. Paşê jî di 3yê Tebaxê de çûbû ser Şengalê û li vir qetlîameke gelekî mezin kiribû.
Li Şengalê kurdên êzidî dijîn. Di êrîşê de komelkujiya êzidiyan pêk hat. Zêdetirî 6 hezar jin û zarokên êzidî revandin.
Di 13ê Çiriya Pêşiyê ya 2015an de Şengal ji destê DAIŞê hate derxistin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê 3yê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Êzidiyan” ragihand.
(VC/AY)