Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ekîbên Midûriyeta Polîsan a Stenbolê vê sibê li Kagitxaneyê operasyonek pêk aniye û di encamê de polîs Hakan Tellî û kesekî di malê de mirine.
Li gorî nûçeya Sozcu TVyê, piştî îdiaya ku "hilberîna tiryakê li malê tê kirin" operasyon hatiye sazkirin.
Walîtiya Stenbolê daxuyandiye ku ekîba polêsên ku îro danê sibê çûne Kagitxaneyê, dema ketin navnîşanê bi çekên lûle dirêj û tebanceyan gule li wan hatine reşandin.
“Di encama gule reşandina ji avahiyê polîsên me Hakan Tellî û A.Y.Ç. bi giranî birîndar bûne. Her weha di encama mudaxeleya ekîbên me de kesê bi navê D.A. miriye, O.A. bi birîndarî û G.D, K.T. û A.A. bi saxî hatine girtin.”
Walîtiyê diyar kiriye ku Telliyê ku birîndar bûbû li nexweşxaneya ku rakirine miriye û dermankirina polêsê birîndar A.Y.Ç jî dewam dike.
(AS/AY)