Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Berevaniya Netewî ragihand ku çawişê pispor ê piyade Ege Suleyman Goreceyê di 21ê Tîrmehê de birîndar bûye miriye.
Hêzên Leşkerî yên Tirkan (TSK) li nav sînorê Herêma Kurdistanê, li Zap, Avaşîn û Metînayê operasyonek bi navê “Pençik-Mifte” li dar dixe.
Gorece li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulhaneyê dihate dermankirin û duh miriye. Cenazeyê wî wê li Sarûhanliya Manîsayê bê binaxkirin.
Duh jî 6 leşker miribûn
Wezaretê duh di daxuyaniyeke din de ragihandibû ku pênc leşker di dema heman operasyonê de mirine: Serpelê piyade Uğur Altınbaş (27, Elezîz), çawişê pispor Kemal Ozer (26, Denîzlî), serdesteyê pispor ê piyade Uğur Özdemir (29, Dîlok), leşkerê bi peyman ê piyade Mahmut Üçdağ û çawişê pispor ê piyade Özkan Lale (29, Sêwas).
Wezaretê duh di saetên nîvro de daxuyaniyeke nû weşand û diyar kir ku çawişê pispor ê piyade Mustafa Sezerê birîndarbûyî jî miriye.
Li gorî heman daxuyaniyê, gelek leşker jî birîndar bûne.
Ji 28ê Adara 2019an û vir ve li Zap, Avaşîn û Metînayê bi heman navî operasyoneke leşkerî li dar dikeve. (NT/FD)