Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di şerê Rûsya û Ûkraynayê de ku îro ketiye roja 524an, di nava 24 saetên dawî de bi êrîşên hêzên herdu welatan re alozî careke din zêde bûye.
Li gorî nûçeya malpera The Kyiv Independentê hêzên Rûsyayê di roja dawî de li 9 herêmên cuda yên Ukraynayê rêze êrîş pêk anîne.
Li gorî rayedarên Ukraynayê, herêmên Dnipropetrovsk, Donetsk, Kharkiv, Kherson, Sumy, Chernihiv, Luhansk, Mykolaiv û Zaporizhzhia rastî êrîşê hatine.
Herî kêm 12 kes mirine, 104 jî birîndar bûne
Di êrîşên hêzên Rûsyayê de herî kêm 12 kes mirine û 104 kes jî birîndar bûne.
Walî Serhii Lysak ragihandiye ku di êrîşên Rûsyayê yên li herêma Dnipropetrovskê de herî kêm 6 kes mirine û 81 kes jî birîndar bûne.
Zarokekî 10 salî jî miriye
Li gorî rayedaran di encama êrîşa bi mûşekên balîstîk de ya ji aliyê hêzên Rûsyayê ve bo bajarê Kryvyi Rihiyê, keçeke 10 salî jî di nav de 6 kes hatine kuştin û herî kêm 81 birîndar bûne.
Li gorî serokê şaredariyê, zêdetirî 1000 apartman û avahî li bajêr ji êrîşê bandor bûne.(NT/AY)