Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ragihandiye ku leşkerê bipeyman Ozcan Kaya ku di pevçûna 15ê Hezîranê ya li herêma Operasyona “Pençik”ê derketibû de birîndar bûbû li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin miriye.
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler jî ji bo Kayayê 25 salî peyama sersaxiyê weşandiye.
Cenazeyê Kaya dê sibê li gundê Oksûzê yê navçeya Banaz a Uşakê bê definkirin.
Operasyona Pençikê di 17ê Nîsana 2022an de li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hatibû destpêkirin.
(NT/AY)