Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Joe Biden, Serokê DYAyê ragihandiye ku wan di operasyona li Idlîbê de Ebû Ibarhîm el Haşîmî el Kureyşiyî, Serokê DAIŞê kuştiye.
Biden di Twîtterê de peyamek belav kiriye û gotiye, “Duh êvarê artêşa DYAyê bi fermana min operasyoneke serkevtî li dijî terorê pêkanî. Me bi wêrekiya hêzên xwe yên çekdarî Ebû Ibarhîm el Haşîmî el Kureyşiyî, Serokê DAIŞê li qada şer jinavbir.” Biden diyar kiriye ku ewê derbarê operasyonê de daxuyaniyekî berfireh bidin.
Wezareta Bergiriyê ya DYAyê(Pentagon) diyar kiriye ku operasyona duh bi şev a li bajarokê Atmeya Îdlibê "ji kuştina lîderê berê yê DAIŞê Bexdadî û vir ve ya herî mezin e."
Çavdêriya li Mafên Mirovan a li Sûriyeyê (SOHR) ku li Ingilistanê ye aşkere kiriye ku jê 4 zarok 3 jin herî kêm 13 kes hatine kuştin. SOHRê destnîşan kiriye ku ev operasyon li piştî kuştina Ebû Bekîr el Bexdadî li Bakûr û Rojavayê Sûriyeyê operasyona herî mezin bûye.
Bexdadî di 19ê Çiriya Pêşiya 2019an de li Idlîbê ji aliyê DYAyê ve hatibû kuştin. Ebû Ibarhîm el Haşîmî el Kureyşiyî ketibû şûna Bexdadî û bûbû serokê nû yê DAIŞê.
(RT/AY)