Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Nûrî Mehmûd, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) têkildarî operasyoneke gengaz ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Rojava daxuyanî daye û gotiye, “Dibe ku lihevkirinek weke Efrînê pêk were”
Nûrî Mehmûd, Berdevkê YPGyê têkildarî operasyoneke gengaz ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Rojava bi RojNewsê re axiviye û gotiye, “Dewleta Tirk tenê li Azerbeycan, Iraq û Lîbya nerawestaye, belku dixwaze sînorê Tirkiyeyê derbas bike û seltaneta Erdogan ava bike.
“Li Tirkiyeyê gelek krîz hene. Mixalefeta Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê bi giştî dixwazin sîstemê biguher in. Ji bo ku Erdogan li ser piyan bimîne, tenê siyaseta şer dimeşîne.”
“Dibe ku lihevkirineke metirsîdar pêk were”
Nurî Mehmûd diyar kiriye ku ji derveyî şer tiştek di destê desthilata Erdogan de nemaye û wiha domandiye: “Metirsî heye ku Erdogan rewşek şer ragihîne, heta ku rewşek awarte li hundirê Tirkiyeyê jî ragihîne. Ji derveyî şer tiştek di destê desthilata Erdogan de nemaye.”
Nurî Mehmûd gotiye rêveberiya Sûriyeyê “bêberpirsiyar” e û “li gor berjewendiyê” Rûsyayê û Îranê tevdiger e û Rûsyayê heta niha gavek berçav a di berjewendiyên gelê Sûriyeyê de ji bo rewşa Sûriyeyê neavêtiye. Berjewendiyên xwe li ber çav digire.
Nurî Mehmûd destnîşan kiriye ku ew pêşbînî dike ku “Weke Efrînê lihevkirinek metirsîdar pêk were” û wiha gotiye:
“Di demek nêzî 10 salên şoreşa Rojavayê de di her êrişekê de di çarçoveya mafê parastina rewa de, em mafê xwe bikar tînin. Me ti demî êriş ti aliyan nekiriye.”
Çi diqewim e?
Di destpêka meha Çiriya Pêşiyê de di nûçeyan de hat in belav kirin ku li Ezezê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve weke “Herêma Mertalên Firatê” hatiye binavkirin, li dijî polîsên Tirk bi mûşekan êriş pêk hatine û roket ji bo Karkamişê hatiye avêtin.
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê, Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve û Hûlûsî Akar, Wezîrê Berevaniya Netewî li piştî hev daxuyanî dabûn.
Erdogan li piştî civîna kabîneyê gotibû, “Em bi biryar in ku gefên ji van herêman tên xwarin, yan bi hêzên li wir çalak in yan jî bi derfetên xwe ji holê rakin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê di dema herî nêz de gavên pêwîst biavêjin.”
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû piştî daxuyaniya Erdoganî diyar kiribû ku DYAyê û Rûsyayê sozên xwe yên dane Tirkiyeyê bi cih neanîn û gotibû, "Ji ber ku terorîstan êrîşên xwe zêde kirine, ya ku divê em bikin, em ê bi xwe biryara xwe bidin.”
Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar daxuyanî dabû û gotibû, “Çi pêwîst be wê di dema xwe û dema guncaw de bê kirin.”
Di Tebaxa 2016an de “Operasyona Mertalên Firatê” hatibû destpêkirin. Piştre di sala 2018an de jî “Operasyona Çiqilê Zeytûnê” li dijî Efrînê hatibû destpêkirin.
(PT/AY)