Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Îsmaîl Şebelek, Çawişê Pispor yê piyade ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gulhaneyê derman dibû, duh miriye.
Li gorî zanyariya bidestxistî çawişê pispor di 10ê Tebaxê de di Operasyona “Pençik-Piling”ê de di encama êrişa roketî de brîndar bûbû.
Li gorî Ajansa Anadolûyê Îsmaîl Şebelekê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gulhaneyê derman dibû, duh(Yekşem, 29 Tebax- 2021) di saet 19.30an de miriye.
Operasyona li Herêma Kurdistanê
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di 28ê Gulana 2019an de bi navê Pençikê li nav sînorê Herêma Kurdistanê dest bi operasyona leşkerî kiribû. Heta niha bi navê Pençik, Pençik-2, Pençik-3, Pençik-Piling, Pençik-Qertel, Pençik-Brusk û Pençik-Birqê operasyon pêk anîne. Operasyon li nava heman cihê dewam dikin.
Di dema operasyonan de TSKyê li Xakurkê, Sînat û Heftenînê bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. (EMK/AY)