Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Netewî bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku li bakûrê Iraqê li herêma ku operasyona “Pençik-Brûsk” şêr pêk hatiye û di encama şerî de leşkerekî wan brîndar bûye û yek jî miriye.
Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera wezaretê hatiye kirin, endamên rêxistinê baregehekê li herêma operasyona “Pençik-Brûsk” kirine hedef.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama şer de leşkerek bi giranî brîndar bûye û ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê lê li wir miriye. Her weha leşkerekî jî miriye.
Bixwîne - Li Xakurkê leşkerek miriye
Bixwîne - Li Xakurkê du leşker mirine
Operasyona li Herêma Kurdistanê
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di 28ê Gulana 2019an de bi navê Pençikê li nav sînorê Herêma Kurdistanê dest bi operasyona leşkerî kiribû. Heta niha bi navê Pençik, Pençik-2, Pençik-3, Pençik-Piling, Pençik-Qertel, Pençik-Brusk û Pençik-Birqê operasyon pêk anîne. Operasyon li nava heman cihê dewam dikin.
Di dema operasyonan de TSKyê li Xakurkê, Sînat û Heftenînê bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. (EMK/AY)