Fotograf: AA
Wezareta Berevaniyê ya Netewî bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku leşkerekî wan li Herêma Kurdistanê miriye.
Li gorî daxuyaniyê, li nav sînorê Herêma Kurdistanê êrîşeke bi topa hawanê li hemberî baregeheke leşkerên tirkan pêk hatiye. Di encamê de çawişê pispor ê piyade yê bi navê Hakan Balî birîndar bûye. Hakan Balî ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê lê li wir miriye.
Bixwîne - Li Xakurkê leşkerek miriye
Bixwîne - Li Xakurkê du leşker mirine
Rayedarên leşkerî çûne mala Hakan Baliyî ya ku li Besniyê, navçeya Semsûrê ye û ji malbata wî re gotine ku kurê wan miriye.
Operasyona li Herêma Kurdistanê
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di 28ê Gulana 2019an de bi navê Pençikê li nav sînorê Herêma Kurdistanê dest bi operasyona leşkerî kiribû. Heta niha bi navê Pençik, Pençik-2, Pençik-3, Pençik-Piling, Pençik-Qertel, Pençik-Brusk û Pençik-Birqê operasyon pêk anîne. Operasyon li nava heman cihê dewam dikin.
Di dema operasyonan de TSKyê li Xakurkê, Sînat û Heftenînê bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. (AÖ/FD)