Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şermola Performans lîstika şanoyê ya bi navê “Mem û Zîn”ê wê li Stenbolê nîşan bide.
Lîstik wê cara pêşiyê, roja 11ê Gulanê li Kadikoy Moda Sahneyê derkeve ser dikê. Cara duyem jî wê 12ê Gulanê li Beyoglû Kumbaraci50ê be.
Bixwîne - Mîrza Metîn: Bîner dê çîrokeke gelerî bi sehnekirineke nûjen temaşe bikin
Şermola Performans “Mem û Zîn” di Çiriya Paşiyê ye 2021ê de li Batmanê promîyera lîstikê kiribû. Paşê jî li bajarên wek Amed, Qoser, Riha, Sêrt, Tetwan û Wanê lîstibû.
Versîyona ku di vê şanoyê de hatiye bikaranîn, qeyda dengbêjê navdar Reso ye. Çîrok behsa îxanet, mêrxasî, mêvanperwerî, xerabî û neheqiyê li derdora evîna mezin û ne gengaz a Mem û Zînê dike.
KunyeÇavkanî: Dengbêj Reso Konsept/Derhêner: Mîrza Metîn Lîstikvan: Pelda Bal, Kenan Demir, Roni Dildar Dramaturg/Alîkara Derhêner: Zelal Angay Koreograf/Rahêner: Arjen Brûsk Sêwirînerê Sehneyê û Ronahiyê: Mîrza Metîn Fotograf: Bariş Evîz Asîstan: Robîn Ozel |
Derbarê Şermola Performansê de
Di sala 2008an de bi hevkarîya Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlîoğluyê li Stenbolê hatiye damezirandin. Weke însiyatîfeke şanoyê ya pirnavendî li bajarên Stenbol (2008), Koln (Almanya - 2018) û Batmanê (2021) xebatên xwe didomîne. Heta niha 25 lîstik afirandine, bi wan lîstikan beşdarî festîvalên girîng ên li Herêma Kurdistanê, Tirkiyê û Ewropayê bûne û ew lîstik hatine xelatkirin. Li ser lîstikvanîyê, şanonûsîyê û dîroka şanoyê ya cîhanê perwedehîyan pêk tîne. Pêşengtîya “Kovara Dîalog”ê ku yekem kovara şano, dans û
performansê ya bakurê Kurdistanê ye, dike. (FD)