Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cotkaran li ser rêya navbera Riha û Mêrdînê, ji ber şîrketa belavkirina elektrîkê (DEDAŞ) elektrîkan qut dike, çalakiyeke protestoyî li dar xistiye. Cotkarên wêranşarî ji ber rewşa elektrîkê nikarin zeviyên xwe av bidin.
Ji ber vê çalakiyê, 9 cotkar hatine desteserkirin û piştî karûbarên wan ên li qereqola cendermeyan, şandine edliyeya Wêranşarê. Cotkaran îfade dane dozgerî û dozgerî bi tohmeta ku “ji bo nehêlin erk pê bê li ber xwe dane”, “ziyan dane mal û milkên dewletê” û “xetere li ser ewlehiya çûn û natinê çêkirine” ew şandine heyeta edliyeyê û xwisteye ew bên girtin.
Heyeta dadgehê ji van 9 cotkaran, Îsmaîl Akyol, Abdûlkadîr Yildizogûllarî, Mehmet Yildizogûllari û Zafek Keskînbiçakli girtine. Cotkarên din bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
Cotkarên hatine girtin, şandine Girtîgeha Hîlwanê. (HA/FD)