Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îsal jî Walîtiya Stenbolê pîrozbahiyên 1ê Gulanê Cejna Karkeran a li Taksîmê qedexe kiriye. Ji ber vê qedexeyê, polîsan tedbîrên ewlehiyê standine. Serê sibehê polîsan barîkat danîne hemû rêyên ku diçin ber bi Abîdeya Komarê û Qada Taksîmê ve diçin.
Digel biryara qedexeyê jî partiyên siyasî, sendika, rêxistinên demokratîk û yên ciwanan hewl didin ku biçin Taksîmê.
*Evrim Kepenek
Endamên Yekîtiya Têkoşînê di saetên sibehê de ji Elmadagê ber bi Taksîmê meşiyan. Çalakvan di dema meşa xwe de pankarta “Em neçûn liv ir in, bijî 1ê Gulanê” hildan. Polîsan ew asteng kir û çalakvan hatin desteserkirin.
Rêvebir û endamên DISK/Enerji-Senê û yên Înşaat-Senê jî bi pankarta “Jiyan bi berxwedan û piştevaniyê pêk tê, bijî 1ê Gulanê” ji Elmadagê xwest ber bi Taksîmê ve bimeşin. Sekreterê Giştî yê DISK/Enerji-Senê Emîn Atsiz û Serokê Gişî yê Avakirinê yê sendîkayê Kamîl Kartal jî di nav de, sendîkavan hatine desteserkirin.
Endamên Tevgera Şoreşgerî û Komeleya Ciwanên Şoreşger jî bi pankarta “Ji bo wekhevî û azadiyê em ê vê dorpêçê belav bikin” ji Kolana Îmam Adnanî xwestin biçin Kolana Îstîklalê. Polîsan ew dorpêç kir û desteser kir.
Endamên Umut-Senê bi pankarta "Bi ser rejîma zam, zulm û qetlîamê ve bimeşe" li Beşîktaşê kom bûne û wan xwestiye ber bi Taksîmê ve bimeşin. Polîsan derb li wan dane û ew desteser kirine.
Endamên Halkevleriyê xwestin bi pankarta “Rejîma yekparêz bikeve gorê, gel bila bibe desthilatdar” bimeşin ber bi Taksîmê. Lê polîsan ew desteser kirin.
Komîteyên Ciwanan bi pankanrta “Dema em dijîn, em ji dengekê, dema em dimirin ji hejmarekê zêdetir in” xwestin ji Beşîktaşê ber bi Taksîmê ve bimeşin. Polîsan digel xwendekaran êrîşê rojnamegeran jî kir. Çalakger û rojnameger Zepnep Kûray desteser kirin.
Du kes li ser Kolana Cûmhûriyetê ya Şîşliyê sloganên “Taksîm sorgevez e, wê sorgevez bimîne, bijî yek gulan” berz kirine. Polîsan destên wan ji paş ve kelemçe kirine û ew desteser kirine.
Endamên ESP, SGDF û TEvgera Karkeran a Yekgirtî bi slogana "Bijî 1ê Gulanê" ji Elmadagı ber bi Taksîmê ve meşiyane. Polîsan midaxele li wan kiriye û çar kes ji wan desteser kirine.
(EMK/VC/FD)