Fotograf: bianet / arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Stenbolê bernameya bîranîna Qirkirina Ermenan a 24ê Nîsanê qedexe kiriye. Walîtiyê par jî bernameya 24ê Nîsanê qedexe kiribû.
“Platforma Bîranînê ya 24ê Nîsanê” wê îsal li Kadikoyê bername li dar bixista.
Li gorî nûçeya ku di rojnameya Agosê de hatiye weşandin, bernameyên bîranînê di navbera 2010 û 2019an de bênavber pêk hatibûn.
Di 24ê Nîsana 1915an de li Stenbolê zêdetirî 200 rewşenbîrên ermen hatibûn desteserkirin. Di 108em salvegera vê bûyerê de, çendîn sazî û dezgeh amadekariyan dikin ku bernameyên bîranînê pêk bînin.
Platforma 24ê Nîsanê gotiye ku "Walîtiyê çalakiya me ya bîranînê qedexe kiriye û bi vê jî nişan daye ku ew bi rengekî vekirî li dijî dînamîkên demokratîkbûnê ye." Platformê ji Walîtiya Stenbolê daxwaz kiriye ku vê biryara xwe betal bike. (EMK/FD)