Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêşî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), piştre dihaber û piştî wê Ajansa Mezopotamyayê (MA). Dibe ku nav û kes cûda bin, lê Ajansa Mezopotamyayê beşek ji kevneşopiya çapemeniya azad a 33 salan e.
Sedema guhertina navan jî ewe ku piştî hewladana darbeya 2016an Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de(KHK) yên Rewşa Awarte(OHAL) hatin ragihandin û bi van biryaran dezgehên çapemeniyê hatin girtin. Di 20ê Îlona 2017an de, ajans bi navê MAyê vegeriya û mîna ku bêje "Dîsa û ji nû ve em". Îro KHKyên OHALê nînin. Lêbelê, navê MAyê dîsa ne heman nav e. sedema vê jî ewe ku ajans bi tevahî 34 caran hatiye astengkirin. Ajans niha li ser navnîşana mezopotamyaajansi35.com weşanê dike.
Sedat Yilmaz, edîtorê ajansê gotiye, “Di vê erdnîgariyê de azadiya çapemeniyê û derbirînê tê astengkirin, zextên li ser çapemeniyê qet naqede û mafê xweîfadekirinê pêk nayê. Ji ber vê yekê MA di vê erdnîgariyê de li biyabanê weke çavkaniya avê ye ku rehetiye di afirîne.”
"Em hewl didin di vê têkoşîna dijwar de tiştekî bikin. Em mafê xwe yê wergirtina agahiyan bi kar tînin. Em mafê xwe yê agahdarkirina gel bi kar tînin. Di serî de em hewl didin bibin dengê civak, gel, nîjad, zayend û baweriyên ku mafên wan yên axaftinê hatine çewisandin, girtin û qedexekirin û her weha denge wan bigihîne tevahiya cîhanê û bi gelên cîhanê re bînin gel hev.
“Em heqîqeteke vê erdnîgariyê ne”
“Em tundkarî, zordarî, şer, xizanî, yên tên paşguhkirin û marjînalîzekirina ku her kes jê re çav digire, dikin nûçe.
"Nêrînek wekî ku em rêxistineke herêmî ne heye. Lê tişteke ku ew nabînin heye. Em parçeyek ji tevahiyê ne. Wate em parçeyek ji vê erdnîgariyê ne. Em heqîqeteke vê erdnîgariyê ne." Ji ber vê yekê, em beşek ji dinyayê ne.
Lê belê ev pêvajo ji bo me ne hêsan e. Hevalên me yên hatine girtin hene, hevalên me yên hatine desteserkirin hene. Hevalên me yên ku bi dozan re têdikoşin hene. Tevî vê yekê em derave ku bêwestan, bêecizbûn hewl didin kar û xebatên xwe bi pêş ve bibin.
“Çîroka derketina me ji ber pêdiviyekê ye. Ji ber vê yekê girtin, zext, bombebaran, tunehesibandin, astengkirin ji hikûmetan re nabe çareserî.
"Ji ber vê yekê nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin. Pênûs ne guleye. Dema biqede bêdeng nabe, dema biqede jî bidawî nabe. Pênûs nivîsandina xwe didomîne.”
"Ez hêvî dikim û dixwazim ku ev zextana êdî bi dawî bibin û em ê hê gelek 5 salên din bi kevneşopiya çapemenî ya bêdawî berdewam bikin."(HA/AY)