Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Derbarê nûçeya bianetê ya têkildarî parêzerê berê yê Serokomar Erdoganî de doz hatiye vekirin. Nûçeya ku doz lê hatiye vekirin eve; "Doz li rojnamegerên ku îddiayên gendeltiya parêzerê Erdoganî kiriye nûçe vekirine"
Piştî ku Mûstafa Dogan Inal, parêzerê berê yê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gilî kiriye derbarê nûçeya bîanetê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî wê nûçeyê de Nazan Ozcan, Gerînendeya Weşana Giştî ya bîanetê îfade dabû. Derbarê Ozcanê de îddianame hatiye amadekirin.
Bixwîne- Lêpirsîn ji bo nûçeya bîanetê hatiye vekirin
Turkşad Kûnthan Ûçûk ew dozgere ye ku lêpirsîna Sedef Kabaşê birêve dibe û ji bo wê rojnamegerê jî heta 12 sal û 10 mehan ceza xwestibû.
Herweha Ûçûkê ku di sala 2018an de zanîngeh qedandiye, bi hinceta nûçeyên wî yên li ser Twîtterê rojnameger Hayrî Tûnç bi îdiaya ku"bi eşkereyî gel tehrîqî dijminatiyê kiriye" tohmetbar kiribû.
Ûçûk di îddianameyê de Nazan Ozcan bi heqaret û îftîrayê sûcdar kiriye. Her weha idîa kiriye ku Ozcanê bi vê nûçeyê xwestiye rûmet, şeref, birêzî û îtîbara wî ya di civakê de piçûk bixe.
Her weha dozger destnîşan kiriye ku nûçe di çarçoveya azadiya derbirînê û çapemeniyê de sînorên rexnekirinê derbas kiriye û îdia kiriye ku naveroka wê ne di berjewendiya giştî de nîne û xwestiye Nazan Ozcan bê cezakirin.
34emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Stenbolê îddianame qebûl kiriye û ji bo danişîna destpêkê 8 Kanûna Pêşiyê diyar kiriye.
Ozcan: Rastî zû yan dereng wê derkeve holê
Nazan Ozcan derbarê vekirina dozê de axiviye û Destûra Bingehîn bi bîr xistiye. Ozcanê diyar kiriye ku doz ji bo weke surprîz nebûye û ew ê tevî her tiştî kare xwe rojnamegeriyê bidomîne.
Ozcanê weha got:
Gilîkar piştî gilî kir nûçeya me jî ji weşanê dabû rakirin. Dixwazin hemû îdiayên derbarê xwe de tune bikin û dixwazin dîrokê ji holê rakin. Lê rastiyek bi vî rengî heye ku îro rastiyan bide jê birin jî zû yan dereng rastî wê teqez derkeve holê.
“Weke ku di îdianameyê de tê îdiakirin, di nûçeyên me de “Bi rêya çapemenî û weşanê îftira û heqareta bi eşkereyî” nîne. Hem gilîkar û hem jî dozger vê yekê dizane. Lê mesele ew e ku ji bo bêdeng kirina çapemeniyê dîtina rêyên nû ye. Ev bê guman ne cara yekem e, ne jî dê bibe ya dawî. Lê bila zanibin em ê ji bo azadiya derbirîn û çapaemeniyê tevahî bikarbînin em ê li ber xwe bidin. Her weha dixwazim Destûra Bingehîn bi bîra parêzerê gilîkar bixim: Çapemenî azad e û nayê sansurkirin. Em ê heta dawiyê pîşeya xwe, rojnamegeriyê biparêzin. Ez ê dubare bikim: Em ê rojnamegeriyê bikin û azadiya xweîfadekirinê bikar bînin. Tirsa me nîne, tevî gef û dozan jî dê rojnamegerî bi ser bikeve.
Çi bûbû?
Ji Dogan Ergun, Derhênerê Weşana Giştî yê berê yê Îlerê Haberê û Îzel Sezer, Derhênera Weşana Giştî ya niha re bi daxwaza heta 11 sal û 4 mehan cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin.
Doz bi sedema rojnamegeran twîtên ku îddiayên Mûstafa Dogan Înal, parêzerê berê yê Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê kare ruşwetê kiriye tê de ye kiriye nûçe, hatibû vekirin.
Her du navan di lêpirsîna ku Buroya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve kiriye de îfade dane. Di encama lêpirsînê de li her du rojnamegeran doz hatibû vekirin.
(HA/AY)