Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzerên 16 rojnamgerên ku li Amedê hatibûn îtirazî biryara girtina miwekîlên xwe kirine. Parêzeran di serlêdana xwe ya îtirazê ya ku pêşkêşî Dadgeriya Cezê û Aştiyê kirine de diyar kirine ku ji miwekîlên wan derbarê xebatên wan ên pîşeyî de pirs hatine kirin û bêyî delîlên şênber hebin bi hinceta ku “gumana xurt a sûc heye” hatine girtin.
Parêzeran daye zanîn ku biryara girtinê li dijî hiqûqê ye û bi bîr xistiye ku ji ber biryara nepenîtiyê ya derbarê lêpirsînê de dezgehên edlî dosyayên muwekîlên wan bi wan re parve nekiriye.
Parêzeran di daxwaznameya xwe de wiha gotine:
“Tevî ku 2 hefte derbas bûne têkildarî malzemeyên ku dest danîne ser ne dozgeriyê û ne jî polîsan kes, sazî û parêzerên pêwendîdar agahdar nekirine. Rayedarên emniyete ku ti agahî nedan muxatabên mijarê, wêneyên alavên dest danîne ser û arşîvên rojnameyan pêşkêşî qenalên çapemeniyê yên cuda kirine.”
“Hem daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Amedê ya derbarê lêpirsînê de, hem jî wêneyên ku piştî girtina rojnamegeran pêşkêşî hin saziyên çapemeniyê yên nêzî hikûmetê kir, îspate ku 16 rojnamegerên Kurd tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatine girtin.”(HA/AY)