Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh di saetên êvarê de polîsan bi ser mala Hîkmet Tûnç, nûçegîhana Wanê ya JinNewsê de girtibû û îro jî bi ser mala Emrûllah Acar, nûçegîhanê Ajansa Mzeopotamyayê de girtiye û Acarî desteser kirine. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê(DFG) ji bo her dû rojnamegeran daxuyanî daye.
DFGyê diyar kiriye ku zextên li ser rojnameger û rojnamegeriyê didome û bi sedemên vik û vala bi ser malên rojnamegeran de digirin.
DFGyê di daxûyaniyê de weha gotiye:
“Zextên li ser rojnamegeran bi dawî nabin. Her roj bi hincetên vala yên cuda bi ser malên rojnamegeran de tê girtin û tên binçavkirin. Hewla astengkirina karê rojnamegeran tê dayîn. Bi lêgerîna mala rojnameger Hîkmet Tûnç a ku bi hinceta "Îxbara bombeyê" hedef nîşandina rojnamegeran e.”
DFGê bal kişandiye ser armanca desteser kirina Acarî û lêgerîna li mala Tûnçê û wiha gotiye: "Em bi awayekî zelal bawer in ku kesên bi ser mala hevala me Hîkmet Tûnç de girtin baş zanibûna ku li muhîmat tune bûye. Dîsa kesên ku hevalê me Emrûllah Acar binçav kirine jî baş zanibûna ku ji bilî karê rojnamegeriyê xebateke wî ya din tune ye. Armanca vê tenê sûcdar nîşandina rojnamegeran û dûrxistina wan a ji rojnamegeriyê ye. Weke Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê, em daxwaz dikin ku serdegirtin, zext, binçavkirin û girtina rojnamegeran bi dawî bibe. Em van pêkanîna qebûl nakin û diyar dikin ku ji van pêkanînan natirsin jî. Karê rojnamegeriyê karekî bi rûmet ê parastina agahî girtina gel e. Yanî rojnamegerî ne sûc e."
Çi bûbû?
Polîsên sivîl û cendirmeyan duh di saetên êvarê de bi ser mala Hîkmet Tûnç, nûçegîhana Jin Newsê de girtibû. Mala wê li Kolana Kûrûbaşa Ertemêtana Wanê ye. Her weha Emrûllah Acar, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê yê Rihayê vê sibê desteserkirin e.
Li gorî nûçeya Jin Newsê ekîbên polîsan zanyarî daye û gotine ji ber ku îxbar hatiye kirin ku li malê “Çek û Bombe” heye Serdozgeriya Komarî a Wanê biryara lêgerîna malê derxistiye.
Derdora malê bi wesayîtên zirxpoş hatiye dorpêçkirin û destûr nedane kes nêzîkî malê bibin.
Piştî lêgerînê polîs û cendirme li malê çûne.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Meletiyê de bi îddîaya ku “endamê rêxistinê ye” polîsan bi ser mala Emrûllah Acar, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê de girtiye. Polîsan piştî lêgerîna nav malê Acarî desteserkirin e.
Her weha polîsan di serdegirtin malê de dest danîne ser kompîtûr û wênekêşa Acarî.(HA/AY)