Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Suleyman Gençel, Derhênerê Giştî yê Weşanê yê A3 Haberê di mala xwe ya Îzmîrê de hatiye desteserkirin.
Gençelê ku birine Rêvebiriye Emniyeta Îzmîrê li ser hesabê xwe yê Twîtterê desteserkirina xwe ragihandiye û gotiye, “Ez dîsa têm desteserkirin. Ji malê. Mijar nediyar e. Ka em bibînin.”
Piştî ku Gençel li gel parêzerên xwe îfade daye, sewqî dozgeriya sûcên informatîk ya Edliyeya Îzmîrê kirine.
DISK Basin Îşê û rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên din jî bertek nîşan dane û xwestine Gençel demildest bê berdan.
Heta niha diyar nîne ku Gençel li ser kîjan mijarê hatiye desteserkirin. Dibe ku Rektora AKPyî ya Zanîngeha Dokûz Eylulê Nûkhet Hotarê giliyê Gençelî kiribe.
(HA/AY)