Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Îzmîrê Hêzên Ked û Demokrasiyê ku ji gelek saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên kedkaran pêk hatiye, bi dirûşmeya “hilmek ji bo demokrasiyê” li Qada Gundogduyê xwenîşandanek li dar xistiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirkan (TMMOB), Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Çepgir a Keskan, Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP), Serokê Şaredariya Îzmîrê Tunç Soyer, Partiya Şoreşger, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), gelek nûnerên saziyên sivîl û dayik û bavê Denîz Poyraz a li Îzmîrê di avahiya HDPyê de hatibû kuştin tevlî mîtîngê bûne.
Di mîtîngê de dirûşmeyên wekî “Faşîzm dê têk biçe, dê serkeftin bibe ya Denîzan”, “Denîz nemir e”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî”, “Em natirsin û serî natewînin”, “Bila hikûmet îstifa bike”, “Bijî biratiya gelan”, “Em soz didin Denîzê” û “Ev hêj destpêke, dê têkoşîna me bidome”, berz kirine. Her wiha di qada mîtîngê de wêneyên Denîz Poyrazê hatine vekirin. Partî û saziyên sivîl bi pankartên xwe yên cuda tevlî mîtîngê bûne.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer, di xwenîşandanê de axiviye û gotiye ku
“Em ê bi hev re mil bi mil ji bo welatekî xweştir bi dil û can xebata xwe dewam bikin. Em li ser xwe ne, hêza me heye, em ê heta dawiyê bi hev re bin.”
Memîş Sari, Nûnerê DISKê yê Herêma Egeyê û endamê Komîteya Amadekar ê xwenîşandanê peyama hevpar xwendiye. Sariyî gotiye “Çi tiştên ku me li bal hev digire, demokrasî, edalet, aştî aşkere di nav xetereyê de ne. Jin, ciwan, karker, bêkar, kedkar, gundî, mirovên teqawidbûyî tune dikir. Em ê li ber vê bêdeng nemînin.”
Di mîtîngê de Pervîn Buldan, Hevseroka HDPyê wiha axiviye: “Di 17ê Hezîranê de li hemberî rêxistina me êrişek pêk hat û hevala me hat qetilkirin. Ev êriş li hemberî gelên li Îzmîrê, li hemberî gelê Kurd û li hemberî jinan bû. Ev bajar bi taybet hat bijartin. HDP taybet hedef hat girtin. Êrişek bi plan û organîze kiribû. Di heman demê de hêviyên aştiyê hatin gulebarankirin. Em carek din qetilkirina Denîz û êrişa li hemberî partiya xwe şermezar dikin.
Bûldanê axavtina xwe bi kurdî bi dawî kiriye û wiha gotiye: "Belê gelê me yê hêja, gelê me yê bi rûmet; tu kes nikare îradeya me bişikîne. Em li vî welatî bi milyonan kes in û xwediyê vî welatî ne. Em dayik in, rêncber in, karker in, karmend in, zarok in, jin in, ciwan in, Tirk in, Kurd in, Ereb û Ecem in, Laz û Çerkez in, Elewî û Sunî ne, Siryan û Êzidî ne. Em gel in “Em HDP ne û li her derê ne”. Hûn bimînin di xêr û xweşiyê de. Riya we û riya me vekirî be."
Mîthat Sancarî jî ev tişt gotine: “Guleya ku Denîz Poyraz hedef girt di esasê xwe de hedefgirtina têkoşîna hevpar a kurd û tirkan e. Lê îro em carek din bersiv didin ku vîna gel a hevpar wê ti carî neqede. Denîz Gezmîş û Denîz Poyzar dê rêya me ronî bikin.”
Herî dawiyê jî berdevka Partiya Azadiya Civakê (TOP) Juliana Gozer axivîye û gotiye ku bi kuştina Denîz Poyrazê re, dixwazin HDPyê bê deng bikin. Gozerê, wiha dirêjî daye axaftina xwe: “Lê divê bê zanîn ku me soz daye Denîzê û em ê welatê ku jê hez dikir biafirînin. Niha bi hezaran Denîz li vir in. HDP bêdeng nabe û nayê bêdengkirin.”
Xwenîşandan bi konserta Praksîs û Bajarê bidawî bûye. (KÖ/FD)