Fotograf: Roberto Bulgrin (Deniz Yucel / Twitter)
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Denîz Yucel, Nûnerê Tirkiyeyê yê berê yê Die Weltê de dozekî nû vekiriye.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Denîz Yucel, nûçegîhanê Die Weltê de bi tohmeta ku “Dewleta Komara Tirkiyeyê, hukumeta wê, dezgehên dadê û dezgeha emniyetê ya dewletê piçûk xistiye” îdianame amade kiriye. Dozgeriyê di îdianameyê de ji 6 mehan heta 2 salan cezê girtîgehê ji bo Denîz Yucelî xwestiye.
Dozgeriyê di îdianameyê de bibîrxistiye ku 32em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji ber ku “propaganda rêxistinê kiriye” 2 sal û 9 meh 22 roj cezê girtîgehê ji Yucelî birîbû.
Doz di 1ê Tîrmehê li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Stenbolê de wê pêk were.
Çi bûbû?
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yucel 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” 27ê Sibata 2017ê biryara girtina wî da.
Yucel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten edîtorê malpera Dikenê, Omer Çelîk edîtorê Ajansa Nûçeyan ê Dîcleyê (DİHA), Mahîr Kanat Berpirsê Îdarî yê Rojnameya Bîrgunê jî hatine girtin. Metîn Yoksû nûçegihnê DİHAyê, Eray Saygın Midûrî Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolcûlûkê û Derya Ocaktan Midûra Berpirs a ETHAyê jî di heman çarçoveyê de hatibûn girtin. Îdianame ji bo rojnamegeran hatibû amadekirin, lê navê Yucelî di navê de derbas nebibû.
Çelîk di danişîna yekê de, Kanaat û Öğreten jî di ya duyem de hatibûn berdan.
Heta roja ku Yucel hatibû berdan jî îdianame ji bo wî nehatibû amadekirin.
(HA/AY)