Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Fransayê saziyeke ser bi Wezareta Navxweyî nûçeyên Ajansa Anadolûyê li ser Twîtterê belavkiriye û bertek nîşan daye.
Saziyê îdiakiriye ku Ajansa Anadolûyê navendeke propagandayê ye, nûçeyên nerast çêdike û ajanseke asayî nîne û gotiye, “ Ajansa Anadolûyê xwe weke ajanseke çapemeniyê dide naskirin. Di rastiyê de rewş weha nîne: Ajansa Anadolûyê desteyeka propagandayê ye ku di malpera xwe de bi rêya derew û îftirayan bi kuncenivîsan êrişî Fransayê dike.”
Komîteyê Ajansa Anadolûyê bi çêkirina nûçeyên nerast li dijî Fransayê sûcdar kiriye. Komîteyê bibîrxistiye ku di destûra bingehîn a Fransayê de “Komar, azadiya baweriyê pêktîne. Gerantiya îbadeta azad dide û gotiye, “"Li Fransayê hemû welatî, bawermend an jî nebawermend wekhev in"
Her weha saziyê ji nûçeyên Ajansa Anadolûyê mînak jî parve kiriye. Komîteyê di 27ê Nîsanê de nivîsa Fatîh Karakayayî ya bi sernavê "Emmanuel Macron axaftina xwe diguherîne, nîşaneya xerab e ji bo demokrasiyê" ya bi dîmeneke damgeya"derew" li sere belavkiriye. Komîteyê gotiye, "Di vê gotarê de Ajansa Anadolûyê Fransa bi 'krîmînalîzekirina hin kesan ji ber nêrînên wan û ji ber girêdayiya wan a olî' sûcdar kiriye. Ev yek bi temamî şaş e."
L’article 1er de la loi de 1905 reconnaît la liberté religieuse : « La République assure la liberté de conscience. Elle garantit le libre exercice des cultes ». Tous les citoyens, croyants ou non croyants, sont traités à égalité.https://t.co/CqcMblc1Hy
— SG-CIPDR (@SG_CIPDR) April 27, 2021
Komîteyê nûçeya ku 22ê Nîsanê de hatiye weşandin jî belav kiriye. Her weha komîteyê gotina “Fransa dixwaze misilmanan bêdeng bike” ku di nûçeya ajansê de ye derewandiye.
(HA/AY)