Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Rêya Ermûşê navçeya Wanê polîsan bi ser mala Dîndar Karataş, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê girtine û ew desteserkirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsên tevgera taybet di saetên sibê de mala ku Karataşê lê dimîne dorpêçkirine û bi sêr malê de girtine.
Piştî lêgerîna nav malê polîsan Karakaş desteser kiriye û dest dane ser telefon û qerta hefizeya makîneya wêneyan ya Karakaşê. Heta niha sedema desteserkirinê nehatiye zanîn û Karakaşê birine Rêvebiriya Emnîyetê ya Bajarê Wanê.
Polîsan ragihandiye ku Karakaşê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Erzîromê de hatiye desteserkirin.(TP/AY)