Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kovara mîzahê ya Charlîe Hebdoyî ku li Fransayê weşanê dike vê carê wêneya Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê di berga xwe de belav kiriye. Ji ber vê yekê bertek hatiye nişandan.
Serdar Çam, Cîgirê Wezîrê Çand û Geştyariyê bi fransî ji kovarê re dijûn daye. Çamî hesabê kovarê yê Twîtterê etîket kiriye û weha gotiye, “Hûn bêjîne, hûn k… qehpê ne”
Serokomariyê jî bersiva kovarê daye
Fahrettîn Altûn, Serokê Ragihandina Serokomariyê di hesabê xwe yê Twîtterê de bi tirkî û îngilizî daxûyanî daye û weha gotiye:
“Rojeva dij misilmaniyê ya Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê renge xwe êdî diyar dike. Kovara Charlîe Hebdo, qaşo rêze karîkatorekî ku wêneyên serokomarê me bê şêweyeke namerdi xêz kiriye û weşandiye. Em hewldana kirêt ya vê kovarê ya ku nefret û nijadperestiya çandî belav dike, şermezar dikin”
AKP: Ev ne azadiya fikire, dijminatiya baweriyê ye
Omer Çelîk, Berdevkê AKPê duh êvarê derbarê mijarê de weha nivîsandiye:
“Kovara Fransî bûye navenda hilberîna nefretê. Em weşanên wan yên bê exlaqî yên derbarê serokomarê me de bi tundî şermezar dikin. Ev feraseta weşanê ne azadiya fikire, dijminatiya baweriyê ye”(AS/AY)