Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) aşkere kir ku wê 13 partiyên siyasî bikaribin beşdarî hilbijartina rêveberiyên xwecihî bibin. Hilbijartin wê 31ê Adara 2019ê roja yekşemê çêbibe.
Li gorî vê partiyên ku wê bikaribin beşdarî hilbijartinê bibin ev in:
Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP)
Partiya Tirkiyeya Serbixwe (BTP)
Partiya Yekîtiya Mezin (BBP)
Partiya Gel a Komarî (CHP)
Partiya Demokrat (DP)
Partiya Çep a Demokrat (DSP)
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
Hudapar
İYİ Parti
Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP)
Saadet Partisi (SP)
Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP)
Vatan Partisi
Lîsteyên berbijêran ji 4ê Kanuna Paşiyê (Rêbendan) ya 2018ê heta 17ê Kanûna Paşiyê saet 17.00ê li avahiyên muxtariyê wê daliqandî bimînin.
Partiyên siyasî divê lîsteyên namzetên xwe heta 19ê Sibatê radestî lijneyên hilbijartinê bikin. Lîsteyên demkî wê 22yê Sibatê, yên misoger jî wê 3yê Adarê bên aşkerikirin.
Propaganda û qedexeya derbarê hilbijartinê de wê 21yê Adarê dest pê bikin. (AO/FD)