Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê(TUÎK) û Koma Lekolîna Enflasyonê(ENAG) daneyên enflasyonê yên têkildarî meha Tîrmehê aşkere kirine.
Li gorî TUÎKê di meha Tîrmehê de enflasyon li gorî meha berê ji sedî 9,49 zêde bûye. Enflasyona sala ne jî bûye ji sedî 47,83.
Li gorî meha Kanûna Pêşiyê zêdebûna enflasyonê weke ji sedî 31,14 hatiye hesapkirin.
Li gorî ENAGê jî enflasyona mehane ji sedî 13,18 ê û enflasyona salane jî ji sedî 122,88 e.
Li gorî ENAGê ku daneyên xwe heman rojê bi TUÎKê re aşkere kiriye enflasyona mehane ji sedî 13,18 û enflasyona salane jî ji sedî 122,88 e. Rêjeya enflasyonê ya qonaxa Kanûna Paşiyê-Tîrmehê jî ji sedî 69,21 hatiye tomarkirin.
Ferqa di navbera daneyên enflasyonê yên salane yên ku her du saziyan eşkere kirine de bûye 75 puan.
(HA/AY)